Polîsan midaxele li Dayik/Mirovên Şemiyê kiriye

.

Polîsan destûr nedaye ku beriya dadgehkirina Dayik/Mirovên Şemiyê, li ber avahiya dadgehê civîna çapemeniyê li dar bêxistin. Mafparêz, rêveberên partî û sendîkayan jî tê de 10 kes desteser kirine.

Beriya danişîna 5ê ya doza Dayik/Mirovên Şemiyê, li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê civîneke çapemeniyê li dar ketiye. Lê polîsan midaxele kiriye û destur nedaye.

Li gorî nûçeya Kayhan Ayhanî ya di rojnameya BirGünê de hatiye weşandin, parêzerên dozê, rêveberên sendika û partiyan jî tê de polîsan 10 kes desteser kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji Dayik/Mirovên Şemiyê Newroz Tosûn, Seroka şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IMF) Gulseren Yolerî rêvebera şaxa Stenbolê ya IHDyê Leman Yûrtsever, endamê Navenda Partiyê ya Partiya SOLê Alper Taş û endamên Meclîsa Rêveber a bajarê Stenbolê yên Partiya SOLê Sercan Sînecan û Yalçin Kose, parêzera dozê Merîç Eyûboglû, parêzer Efkan Bolaç û Serokê DISK Basin-IŞê Farûk Eren hatine desteserkirin.

Polîsan di dema midaxeleyê de derb li nûçegîhana Arti TVyê Meral Danyildizê jî xistine. Danyildizê gotiye ku ew ê giliyê polîsan bike.

Çi bûbû?

Doz li 46 kesan hatibû vekirin ku di 25ê Tebaxa 2018an de beşdarî çalakiya Hefteya 700an a Dayik/Mirovên Şemiyê bûbûn û di encama êrîşa polîsan de hatibûn desteserkirin. Dozgeriyê bi tohmeta ku "bi awayekî dijqanûnî û bêçek beşdarî civîn û meşan bûne û digel hişyariyan belav nebûne" doz li wan vekiribû.

Tekane delîla di îdianameyê de zabitnameya polîsan e ku roja bûyerê hatiye amadekirin.

Dozger Fatih Donmezî îdianame amade kiriye ku ji 7 rûpelan pêk hatiye. Di 5 rûpelên wê de navê kesên ku doz li wan hatiye vekirin, rûpelek zabitnameya polîsan e û rûpelek jî îdiayên dozgeriyê ye.

Midûriyeta Emnietê ya Beyoglûyê zabitname amade kiribû û hatiye îdiakirin ku li gel sendika û partiyên siyasî hin "komên marjînal jî" bangewaziya beşdariyê kirine.

Kurdistan Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir