Polîsan, Hevseroka DFGyê, rojnameger Dîcle Muftuoglû desteser kiriye

.

Polîsan, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê, rojnameger Dîcle Muftuoglû desteser kiriye.

Polîsan, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû desteser kiriye. 

Li gorî nûçeya MAyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Muftuoglûyê ya li Amedê girtiye. Polîsan li mala ku kes lê nebû lêgerîn kiriye. 

Piştî ji malê derketine, polîsan gazî Muftûoglûyê kirine da ku îfadeya xwe bide.  

Muftuoglû ji bo îfadeya xwe bide, çûye Miduriyeta Emniyetê ya Amedê, li vir ew desteser kirine. Sedema desteserkirina Muftuoglûyê nehate zanîn

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle