Polîsan bi ser avahiya HDPê ya Cizîrê de girtin

.

 Li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve operasyon li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin.

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku îro 11ê Nîsana 2022ê polîsan bi ser avahiya rêxistina Cizîrê de girtine û zirar dane kelûpelên di avahiyê de.

Di biserdegirtina avahiyê de, 8 kes ji berpirs û rayedarên HDPê hatine desteserkirin.

Navenda Giştî ya HDPê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên avahiya rêxistina partiya xwe ya Cizîrê belav kir û got, “Ev wêneyên talanê yên serdegirtina polîsan a avahiya navçeya me ne. Ev wêne nîşaneya tirsa desthilatê ji partiya me û rihê berxwedamiya Cizîrê ne. Ev desthilata ku dijminê pirtûkan, sîyasetê, partiya me û Cizîrê ye dê wenda bike.”

Li gor wêneyên hatine belavkirin deriyê avahiyê bi zorê hatiye vekirin û kelûpelên nav avahiyê jî hatine belav kirin.

Hat diyarkirin ku di serdegirtinê de Hevserokê Şaxa HDPê li Cizîrê Mesut Nart, rêvebera HDPê ya navçeyê Esmer Çikmaz, Osman Küçük, Maruf Eliş, Şerîf Elçioglu, Haci Dalmiş, Ahmet Benzer û Zeliha Yardak hatine desteserkirin.

Piştî serdegirtina avahiya navçeya Cizîrê ya HDPê, polîsan operasyon li taxên Cûdî, Nûh, Dagkapi û gundê Baska û li avahiyên Baska da destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû