Polîsan avêtin ser avahiya PAKê, Alayên Kurdistanê hatine desteserkirin

Polîs Nuha li Teşkîlata Amedê ya PAKê Lêgerînê Dikin

 Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyê bi ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî de girtin û alên Kurdistanê yên li baregehên her du partiyan anîn xwarê.

Bi îzna Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê , nuha polîsên Amedê, hatine Teşkîlata Amedê ya PAKê û di nav buroya partîyê da lêgerînê dikin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê rahihand ku, polîsan avêtine ser avahiya PAKê û nuha di nav buroyê de lêgerîne dikin.

Ji alîyê din ve Li Diyarbekir polîsan avêtin ser avahiyên PSK û Hereketa Azadî jî.

Bi boneya 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê Ala Kurdistanê li avahiyên PSK, Tevgera Azadî û PAKê hat daliqandin.Lêgerîna li avahiyên PSK, PAK û Tevgera Azadî berdewam dike.

Ji aliyê din ve, sernivîskarê Rojnameya Înternetê ya Aykiri duh jî partiyên Kurdistanî yên ku 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê pîroz dikin kiribûn hedef.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsan avêtin ser Serokatiya Parêzgeha Amedê ya PAKê û dest danîn ser alayên Kurdistanê.

Li Amedê polîsê ku ketin avahiyên PSK û Tevgera Azadî û alên Kurdistanê kom kirin.

TÊ NÛKIRIN...

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye