Polîsan avahiya Stêrk TV û Medya Haberê dorpêç kir

.

Li Belçîkayê polîsan bi ser avahiya televîzyonên Stêrk TV û Medya Haberê de girtiye û rê nadin ti kes biçe avahiya televîzyonê

Hat zanîn ku polîsan doh êvarê bi ser avahiya televîzyonên Stêrk TV û Medya Haberê de girtiye.

Ajansên nêzîkî her du televîzyonanan amaje bi wê yekê dikin ku polîsan Belçîkayê avahiya studyoyên nûçeyan dorpêç kiriye û nahêlin xebatkarên televîzyonê biçin nava avahiyê.

“Televîzyonên me hatin dagirkirin”

Komîteya Şêwirmendiyê ya Stêrk TV û Medya Haberê jî li ser biserdegirtinan daxuyaniyek belav kir.

Komîteyê amaje bi wê yekê kir ku “Biserdegirtina televîzyonan dagirkirin e” û wiha got:

“Bêguman ev konsept konsepteke êrişa navneteweyî ye.

23yê Nîsanê saet 02:00yê şevê biserdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê yên Belçîkayê jî delîla vê yekê ye.

Televizyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsan ve hatine dagirkirin.

Ne mimkin e em li hemberî vê êrişê bê deng bimînin ku armanca wê bêdengkirina dengê gelê Kurd e.”

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye