Platforma Zimanê ya Kurdî ya Batmanê banga hilbijartina 'Dersa Kurdî' kir

.

 Şaxê Platforma Zimanê Kurdî ya li Batmanê bang li malbatên Kurd kir ku derfata dersa bijarte ya Kurdî ji bo zarokên xwe bikar bînin û bibîr xist, heta 7ê Sibatê dem heye ku serî lê bidin.

Şaxê Platforma Zimanê Kurdî ya Batmanê, piştgirî da kampanyaya hilbijartina dersên kurdî li dibistanên navîn ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi daxuyaniyekê ragihand: “Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye û dema serlêdanê di 7ê Sibata 2022yan de bi dawî dibe. Pêwist e malbatên serî li saziyên pêwendidar bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.”

Platformê bal kişand ser ku dersên bijarte yên bi zimanê Kurdî mafek e ku ji hemwelatî û xwendekaran re tê dayîn û diyar kir: “Em bang li gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin û di nav dersên bijarte de dersên zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Careke din em ji bo rêvebirên dibistanan bi bîr tînin ku bêyî ku sedemên wekî nebûna mamoste û derfetan nîşan bidinn, di formên ji zarok û dê û bavên xwe re têne dayîn de cihdayîna dersên bijarte yên Kurdî ji aliyiyê yasayî ve mecbûrî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Banga me ji malbatên Kurd re ev e; bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin, wan fêrî hezkirin û axaftina zimanê kurdî bikin. Dîsa banga me ji malbatên kurd re; di nav dersên bijarte yên dibistanan de dersa Kurdî hilbijêrin. Banga me ew e ku malbat û xwendekar derfeta dersa Kurdî bikar bînin.”

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir