Platforma Zimanê Kurdî-PZK li Rihayê komîteya xwe destnîşan kir

.

Platforma Zimanê Kurdî-PZK di 19.12.2021 de li Ruhayê bi amadebûna Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî, Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba, Hevserokê Şaxa HDPê li Amedê Zeyat Ceylan, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan li xanîyê IHDê konferansekî rojnamevanî li dar xist. Di konferansê de berdevkê PZKê Şerefxan Cizîrî dîyar kir ku ewê li Rihayê jî nûnertîya PZKê ava bikin.

Piştê konferansê bi endamîya 12 kesî niwênertîya Rihayê hat pêkhanînê.

Do 31.01.2022 niwênerên PZKê ya Rihayê bi beşdarîya 12 endamên PZK yê Riha civînekî pêkanîn. Ev 12 kes di navxwe de komîteyekî ku ji, Ayşe Demirel, Adnan Ozbigol, Osman Îzgor, Emin Kak û Halil Dogan pêkhatî, pêkhanîn. Komîte kir ku ewê di rojên pêş de ji bo xwe berdevkekî

jî destnîşan bikin. Dîsa hat dîyarkirinê ku ev komîte dê temsîlîya bajarê Rihayê bike.

Herwiha, komîte daye pêşîya xwe ku li navçeyên (Swêreg, Wêranşer, Srûc, Ceylanpinar û yên din) jî şaxên xwe pêkbînin.

Rûpela Nû/Riha

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin