Plasschaert ji partiyên Kurdistanî re: Di demeke kurt de ji bo hilbijartinan çareseriyekê bibînin

.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê ragihand, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê “gelekî dereng ketiye” û daxwaz ji aliyên siyasî dike ku di demeke nêzîk de li ser hilbijartinan bigihin rêkeftinekê û çareyekê ji pirsgirêkên encamnedana hilbijartinan re bibînin.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert îro Pêncşemê 18ê Gulana 2023an di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya li ser rewşa Iraqê de ragihand, bi hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alî vegeriyane danûstandinan û serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiyan.

Jeanine Hennis-Plasschaert li ser Herêma Kurdistanê got, “Hêvîdar im aliyên siyasî derkevin pêş, nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê xwe kar bikin. Pêdaçûna dîrok û erdnîgariya Herêma Kurdistanê pêdiviya bilez a çareseriyeke aram a xurtir dike. Hilbijartinên Herêma Kurdistanê gelek dereng ketine. Paşxistineke din dê zirarê bide baweriya raya giştî.”

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de li ser rewşa Iraqê jî got, “Pêdivî pê heye ku aliyên siyasî tawîzan bidine hev.”

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir