PKKê berpirsiya teqandina boriya petrolê li xwe girt

.

 Medyaya PKK ragihand ku Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku bi ser PKKê ve ye, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiriye ku boriya petrolê ya li navçeya Pazarcik a Mereşê bi teknîkeke taybet hatiye teqandin.

Di daxuyaniya ku berpirsiya teqîna xeta boriya  petrolê hatiye ragihandin de tê gotn:

“Milîs û gerîlayên HBDH'ê her kêliyê û li her cihî hêza xwe ya çalakiyê birêxistin dike. Çalakiya me ya li Mereşê ji bo hilanîna tola gelên me yên bindest, çîna karker, kedkar, berxwedêrên li zindanan û tolhildana bi dehan şoreşgerên ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin, pêk hatiye. Haya gerîlayên HBDH'ê ji her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê û hevkarên wê heye. Wê hesabê komkujiyên ku wan kirine bipirse û planên wan ên komkujiyan têk bibe. Ti hesab wê bêbersiv nemîne. Ji niha û pê ve bila bê zanîn; kî zilmê li gel bike, li şoreşgeran bixe, hewl bidin rûmeta kedkaran binpê bikin û yên piştgiriyê didin faşîzmê, wê gerîla û milîsên HBDH'ê li hemberî xwe bibînin.”

Boriya neftê ya Herêma Kurdistanê ku petrola Kurdistanê digehîne bendera Ceyhanê doh 18.01.2022 li taxa Narli ya navçeya Pazarcik a parêzgeha Mereşê hatibû teqandin. Îro 19ê Çile jî piştî çakkirina xeta boriyê veguhestina neftê ji nû ve hatibû destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle