PKK rê nade dengdêr biçin li Şingalê deng bidin

PKK rê nade dengdêr biçin li Şingalê deng bidin

Çekdarên PKKê û mîlîşyayan rê nadin welatî biçin Şingalê dengê xwe bidin nûnerên xwe.

Çekdarên PKKê û mîlîşyayan li rêbendên li ser riya Şingalê astengî û pirsgirêkan ji welatiyên Şingalê re derdixin, ta neçin dengê xwe nedin nûnerên xwe yên Encûmena Nûnaran a Iraqê.

Li gor girtevîdyoyekê ku ketiye destê K24ê diyar dibe, hejmarek ji xelkê li nêzîkî rêbenda Şingalê rawestiyane û dibêjin ku çekdarên PKKê rê nade wan ew biçin Şingalê dengê xwe bidin.

Di dema bangeşeya hilbijartinê de jî, çekdarên PKKê rê nedabû 3 kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê biçin Şingalê.   

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle