Piştîwan Sadiq: Ji ber aramiya Kurdistanê zêdetir ji milyonek kes ji pêkhateyên cuda li Kurdistanê dijîn

.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, aramî û ewlehiya Kurdistanê bûye sedema wê yekê ku zêdetir ji yek milyon kes ji pêkhateyên cuda li Kurdistanê bijîn.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de dudil nebûye ji bo xizmetkirina xelkê û di paşerojê de jî dê berdewam be. Hikûmet, hikûmeta gelê Kurdistanê ye û li gorî derfetên xwe, bê cudahî xizmeta gelê Kurdistanê kiriye.”

Got jî: “Aramiya li Kurdistanê, bûye sedema wê yekê ku zêdetirî milyonek kes ji pêkhateyên cuda li Kurdistanê bijîn, ev jî tê wê wateyê ku gelê Kurdistanê girîngiyê dide çanda pêkvejiyanê û hevduqebûlkirinê.”

Piştîwan Sadiq ku di heman demê de endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye jî got: “PDK hertim di wê baweriyê de ye ku em dikarin bi yekrêzî û tebayî destkeftên Kurdistanê zêdetir û bihêztir bikin. Her wiha li Bexdayê me kariye bi hev re li gorî destûra Iraqê, mafên gelên Kurdistanê dabîn bikin.”

Got jî: “YNK û PDK'ê beriya cejnê li hev civiyan. Helbet xalên me yên hevpar ji xalên ku em li ser wan nakok in gelekî zêdetir in. Di dawiyê de divê em pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Derbarê hilbijartinên parêzgehên Iraqê de jî, Piştîwan Sadiq got: “Me hîn biryar nedaye ku em çawa beşdarî hilbijartinên parêzgehan li navçeyên nakok bibin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin