Piştîwan Sadiq: Bizav tê kirin ku navendîtî vebigere Îraqê

.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di wê sempozyomê de ragehand, “Ew destûrê me hemiyan deng pê daye, mixabin xelkekê zêde bawerî pê nemaye”. Herwesa got, “Bizav tê kirin ku navendîtî vebigere Îraqê, ev jî karesateke gelek mezin e. Desthilatdarên Îraqê ezmûnan ji dema borî wernagirin. Ya ku Îraq tûşî van hemî arêşe û nexweşiyan kiriye ew bû ku wan bawerî nebû arêşeya Kurdistanê bi rêya destûrî çare bikin”.

Piştîwan Sadiq amaje jî da, “Rewşa dîrokî ya Îraqê ji ya welatên din cuda ye ji ber ku li sala 1922 û 1923ê Îraq hatiye çêkirin, lewma eger em bixwazin me Îraqek hebe û em hest bi hebûna xwe bikin, li ser bingeha federalî ya durist, pêdivî ye ew bendên ku di destûrî de hene bi temamî bên bicihanîn”.

Navbirî behs jî kir, “Li sala 1958ê ku rijêma şahatiyê li Îraqê nema, cenabê Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bû. Dema ew vegeriya, xelkê Îraqê pêşwaziyeke mezin li wî kir. Herwesa xelkê Îraqê wesa difikirî ku rewşeke nû peyda dibe, ew bû li sala 1959ê destûrê Îraqê hat nivîsîn û Kurd û Ereb di vî welatî de hevpar in”.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî tekez jî kir, “Me wekî Kurdistanî rol di çêkirina dewleta nû ya Îraqê û nivîsîna destûrê Îraqê de hebû”.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin