Piştî şoreşa “Jîna”yê aliyê kêm sed rojnamevan li Îranê hatine binçavkirin

.

Hevdem ku 17ê Gelawêjê li Îranê roja Nûçegihan e, Encumena Rojnamevanên Tehranê ragihandiye ku zêdetir ji 100 nûçegihan û rojnamevan li xwenîşandanên seraserî yên Îranê hatine binçavkirin.

Roja Sêşemî 17ê Gelawêjê, hevdeme digel roja “Nûçegihanan” di Îranê de û bi vê hilkeftê “Ekber Montecêbî” Berpirsê Heyeta Birêveberiya Encumena Sendîkayî ya Rojnamevanên parêzgeha “Tehran”ê îşare bi binçavkirina zêdetir ji 100 nûçegihan û rojnamevanan di dema xwenîşandanên seranserî li Îranê kiriye, û li ser vê yekê tekezî kiriye ku serdema reş a rojnamevaniyê di Îranê de hê jî berdewam e.

Montecêbî ragihandiye: “Lêkolîn eşkere kiriye ku di heyama sala derbasbûyî de zêdetir ji 100 nûçegihan hatine binçavkirin û hikûmet nikare bi girtina rojnamevan û nûçegihanan rêya gihandina zanyariyan qut bike, çimkî ev kare weke avê rêya xwe peyda kiriye û nayê ragirtin.”

Her di vê derheqê de rojnameya  “Hem Mîhen” lîsteyek ji navê dehan nûçegihanên binçavkirî belav kiriye û behs ji menca berfireh a binçavkirina rojnamevanan kiriye û nivîsandiye, aliyê kêm 76 nûçegihan, rojnamevan û wênegir li destpêka şoreşa seranserî a gelên Îranê ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîma Îranê ve bi awayekî hovane hatine binçavkirin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’
Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê hatin destpêkirin