Piştî rûxana Beşar Esed, Îsraîl 300 caran pêgehên serbaziyên Sûriye bombebaran kiriye

.

Rewangeya Sûrî ya Çavdêriya Mafê Mirov, li daxuyaniyek de eşkere kir, li roja rûxana rejîma Beşar Esed ve heta sipêdehiya îro, firokeyên cengî yên Îsraîlê 300 caran cih û komgeh û cebxane û pêgehên serbaziyên Sûriyê bombebaran kiriye û heta niha jî berdewamin.


Hêjayî gotinêye, berpirsên bilindên serbaziyên Îsraîlê venaşêrin bi tu awayekê nahêlin çek û tifaq û cebxane û mûşek û çekên stratejiyên pêştirê artêşa rejîma Beşar Esed, bikevin destê grûpên çekdarên opozîsyonê ku rejîmê rûxand.
Nîvroya îro jî li operasyonek da, Firokeya Îsraîlê li nûtirîn kirdarê da, bi dijwarî navenda lêkolînên zanistî ya Wezareta Berevaniya Sûriye bombebaran kirin û bi çend mûşekek bi tevahî xapûr kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle