Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin

.

 Erebên Sûriyeyê dê meha hezîranê konferansekê li dar bixin.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê 26ê Nîsanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Piştî vê yekê Erebên Sûriyeyê jî dê konferansekê bigerînin

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Ereban a Sûriyeyê Mihemed Tirkawî ji Rûdawê re eşkere kir ku ev konferans dê hezîranê were lidarxistin û tenê Ereb dê beşdarî bibin û got:

"Yek ji armancên vê konferansê komkirina rolên Ereban e, tekezkirin li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û gelê wê ye û bikaranîna şiyanên Ereban e ji bo avakirina Sûriyeyeke aram."

“Konferansa Kurdan serkeftî bû”

Mihemed Tirkawî got ku pêwendiya konferansa wan bi ya Kurdan re nîne û anî zimên:

"Ti pêwendiya wê bi konferansa Kurdî re nîne û ne li dijî wê ye jî.

Dibe ku fikir ji wir hatibe wergirtin ku konferanseke serkeftî bû, em jî hêvî dikin ku konferansa me jî wekî wê serkeftî be."

Serokkomariya Sûriyeyê helwesta xwe li hemberî Konferansa Kurdan eşkere kiribû.

Serokkomariya Sûriyeyê diyar kiribû ku ew daxuyaniyên ku banga federaliyê dikin li dijî naveroka peymana wan û HSDyê ne.

Mihemed Tirkawî jî helwesta xwe bi van gotinan zelal kir:

"Dibe ku hinek têbîniyên me li ser konferansa Kurdî hebin, ew jî serkirdayetiya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kirin.

Mebesta me ji serkeftina konferansê ew e ku hemû alî beşdar bûn, em jî dixwazin wekî wê konferansê hemû aliyên Ereban beşdar bin.

Niha em kar dikin ji bo şandina bangnameyê ji bo Ereban û di paşerojê de kar ji bo gaveke mezintir dikin ew jî kongreyeke din e û wê demê hemû pêkhateyên Sûriyeyê dê tê de bin.

Lê niha şiyanên me kêmtir ku em karibin hemû pêkhateyên Sûriyeyê kom bikin."

Wî got ku konferansa Ereban dê destpêka hezîranê be lê cihê wê ne diyar e.

Mihemed Tirkawî ragihand ku ew bi hêz û kesayetiyên Ereb re di pêwendiyê de ne û paşê hejmara endaman dê were destnîşankirin û li pey çû:

“Bîroke ya Mehmûd Deham Mislet bû (Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk e) û em wekî tîmekî bi wî re kar dikin.

Heta niha ti welatî piştgiriya me nekiriye lê me biryar daye ku bangnameyê ji bo çend welatên dost, bi taybetî ji welatên Ereban re bişînin."

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe