Piştî gefên Tirkiyê li Rojava gerên serbazî yên Amerîkayê zêde bûne

.

Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriye wata navçeyên Rêveberiya Xwser, piştî zêdebûna gefên Tirkiyê bo pêkanîna operasyoneke serbazî bo ser wan navçeyan, gerên serbazî yên Amerîkayê li herêmê zêde bûne. Hevdem hemû encûmen û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser bo rûbirûbûna operasyoneke pêşbînîkirî ya Tirkiye dest bi amadekariyan kirine.

Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb got “Me hinek tedbîrên yedek û xwepoarastrinê wergirtine, wek peydakirina xwarin, ard û sotemeniyê, her wiha li ser asta ewlehî jî hêzên ewlekariyê yên navxwe û hêzên me yên leşkerî jî amadekariyên zêdetir kirine û hevahengî di navbera hemû saziyan de heye, û rojane jî şaneya krîzê dicive."

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Rêveberiya Xweser piştî zêdebûna bikaranîna dronanan ji aliyê hêzên Tirkiye bo nav axa Rojavayê Kurdistanê dijî serkirdeyên HSDê tekez dikin ku tiştek li bakurê rojhilatê Sûriyê bi navê agirberstê yan navçeya ewle nemaye.

Hevdem PYDê di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Tirkiye bo ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê cîbicîkirina encamên Lûtkeya Tehranê ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle