Piştî gefên Tirkiyê; ji Amerîkayê pêngavek nû ji bo Rojavayê Kurdistanê

.

Artêşa Amerîkayê amadekariyan dike bo zêdekirina gerên hevbeş ên ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, ev jî di demekê de ye ku Tirkiye gefa êrîşeke bejayî bo ser navçeyê dixwe.

Roja Çarşembê 7ê Kanûna 2022an, medyaya Amerîkayê ragihandiye ku sê berpirsên bilind ên Amerîkayê ku nexwestine navên xwe eşkere bikin, gotine eger heye Tirkiye gefên xwe bixe pratîkê, hêzê bişîne bakurê Sûriyê û ev yek jî metirsiyê bo ser serbazên Amerîkayê yên li wê navçeyê çêdike.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Kolonel Joe Buccino, derbarê egera operasyona Tirkiyê li Sûriyê dibêje: “Em ji her kiryarekê nîgeran in ku dibe wan destkeftan bixin metirsiyê ku di warê asayîş û aramiya Sûriyê de hatine bidestxistin.”

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Kolonel Joe Buccino herwiha dibêje: “Em ji emniyeta HSDê nîgeran in, ku hevbeşê me yê naskirî û cihê baweriyê ye li wî cihê me piraniya serbazên xwe jê vekişandine.”

Hefteya bihorî, piştî Tirkiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û hejmarek xelkê sivîl û serbazî bûn qurbanî, fermandarên serbazî yên Amerîkayê gerên hevbeş ên ligel HSDê kêm kiribûn. Lê piştî arambûna rewşê, berpirsên Amerîkayê amaje bi wê yekê dane ku serbazên Amerîkî û şervanên HSDê çend gerên hevbeş pêk anîne.

Nêzîkî 900 serbazên Amerîkî li Sûriyê hatine bicîh kirin û piraniya wan ligel şervanên HSDê bingehên wan ên hevbeş hene. Derbarê rola HSDê de Berdevkê CENTCOMê dibêje: “Ew hêz, hêzên girîng in û li ser hewldanên xwe berdewam in daku DAIŞ careke din çalak nebe.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?