Piştî êrîşa li ser gundê Kurdan Pêşmerge ber bi Kerkûkê ve çûn

.

 Piştî ku Erebên hawirde roja Înê li gundê Pelkane yê Kerkûkê êrîşî Kurdan kirin Hêza Pêşmerge ber bi herêmê ve birê ket.

Roja Înê 21ê Nîsana 2023an li gundê Pelkane yê ser bi nahyeya Sergeran a Kerkûkê, di navbera komek Erebên hawirde û cotkarên Kurd de şer derketibû û di encamê de 10 kes birîndar bibûn.

Piştî bûyeran roja Înê îro Hêza Pêşmerge ber bi herêmê ve birê ket.

Fermandarê Eniya 5 a Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji Rûdawê re ragihand, Hêza Pêşmerge ji bo parastina welatiyên ku li herêmê rastî zilm û zordariyê tên, hatine bicihkirin.

Fermandarê Pêşmerge diyar kir ku ji bo kêmkirina aloziyên li navçeyê û dabînkirina ewlehiyê ew bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re di hemahengiyê de ne.

Li aliyê din Erebên hawirde yên ku piştî bûyerên duh bi komeke qelebalix hatibûn Sergeranê rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin.

Cîgirê Qeymeqamê Sergeranê Ebdulmuttalib Necmeddîn ji Rûdawê re ragihand, “Dema êvarê di navbera ciwanên Kurd û Ereban li sûkê gengeşeyeke devkî çêbû. Piştre Ereb bi komeke mezin vegeriyan lê polîs û leşkeran rê li ber pevçûnan girtin.”

Gundê Pelkaneyê dikeve rojavayê Kerkûkê û ser bi nahyeya Sergeranê ye ku ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve Erebên hawirde, hewl didin dest deynin ser zeviyên cotkarên Kurd.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’