Piştî biryara Dadgeha Federal, pêkhateyên Kurdistanê daxwazê ji Serok Barzanî dikin

.

 Piştî derketina biryarên Dadgeha Federal di derbarê  kursiyên kotayan de, konfiranseke rojnamevanî ji aliyê pêkhateyan ve li Hewlêrê tê kirin û pêkhateyên Herêma Kurdistanê daxwazekê ji Serok Barzanî dikin.

Piştî derkeftina biryarên Dadgeha Federal di derheqa kursiyên kutayan de, îro 21.02.202 konfiranseke rojnamevanî ji aliyê pêkhateyanve li Hewlêrê hat kirin.

Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî Mihemed Sededîn di wê konfiransê de ji Nûnerîtiya Pêkhateyanre ragehand, “Ya ku îro li Dadgeha Federal hat kirin tenê biryareka siyasî ya aşkera bû, ji bo berjewendiya aliyekê siyasî yê diyarkirî ku di hilbijartinên pêştir de tûşî lawaziyê bûbû”.

Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî herwesa ragehand, “Em wekî part û aliyên pêkhatên Kurdistanê (Tirkmen, Kildan, Aşûrî, Siryan û Ermen) daxwazê ji Serok Barzanî dikin ku wekî parastina mafên mirovan û pêkhateyanve nedadperweriyê red bike”.

Navbirî herwesa got, “Em xwe ji siyaset û sitratejiya xwe nadin paş, em dê li ser xebat û diplomatiyê berdewam bin”.

Her di wê konfirasê de, Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî Mona Qehweçî jî ragehand, “Em ji pêngavên xwe poşman nabin û dê berdewam bin”.

Mona Qehweçî herwesa got, “Me bawerî bi pêkvejiyanê û piroseya demokratiyê heye, biryara Dadgeha Federal paşveçûna ji piroseya demokratî ye”.

Navbiriyê tekez jî kir, “Biryara Dadgeha Federal berevajî destûrê Iraqê ye”.

Ano Cewher jî bi navê pêkhateyandi wê konfiransê de ragehand, “Tevaya pêkhatên Kurdistanê biryarên Dadgeha Federal di civînekê de şermezar kirine”.

Navbirî herwesa got, “Biryara Dadgeha Federal li ser destûrê Îraqê kudeta ye”.

Wî behs jî kir, “Ev stem ji ber skalayekê li pêkhateyanhat kirin, ku ji aliyê YNKyê ve arasteyî Dadgeha Federalî hatibû kirin”.

Ano Cewher tekez jî kir, “Ji ber wê skalayê binpêkirineka gelek mezin di derheqa mafên pêkhatên neteweyî û olî de li Herêma Kurdistanê hat kirin”.

Kurdistan Haberleri

"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye
Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin
HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga 'Kurdî-Kurdî' ji PeyamaKurd re axivî