Piştî agirbestê bi 75 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

.

Agirbesta navbera Amerîka û Îranê didome lê bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê her mane.

Piştî ku agirbest hat ragihandin, Herêma Kurdistanê bi 75 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji destpêka şer ve heta niha, Herêma Kurdistanê bi 855 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Di encama van êrişan de 20 kes şehîd ketine û 128 kes jî birîndar bûne.

Tenê vê meha gulanê, Herêma Kurdistanê bi 25 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Ji vê hejmarê 18 dron û mûşek avêtine parêzgeha Hewlêrê.

7 êrişên din jî li parêzgeha Silêmaniyê hatine kirin.

Êrişên herî nû yên meha gulanê

- Şeva 20ê Gulanê: Bi 3 dronan êrişî Kampa Başîkê ya Saziya Xebatê ya Kurdistana Îranê hat kirin.

Berpirsekî partiyê ji Rûdawê re ragihand ku zererên canî nebûne.

Bi dronekê êrişî Kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Bi 2 dronan êrişî Kampa Zirgiwêzeleyê hatiye kirin. Ev kamp, cihê niştecihbûna malbatên Pêşmergeyên Komelaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.

- Şeva 18ê Gulanê: Bi 2 mûşek û 3 dronan êrişî kampa penaberan a li Sûrdaşa navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê hat kirin.

Berpirsekî Komelaya Zehmetkêşan ji Rûdawê re got, "Du kes bi sivikî birîndar bûn."

- 15ê Adarê: Bi 3 dronan êrişî Kampa Cêjnîkanê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

- 10ê Gulanê: Bi 3 mûşekan êrişî baregeha partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ya li Dola Alaneyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

- 8ê Gulanê: Bi mûşekekê êrişî Kampa Cêjnîkanê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

- 6ê Gulanê: Bi 4 mûşekan êrişî baregeha yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Balîsanê yê parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Bi 2 dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê hat kirin.

Bi 2 dronan êrişî Kampa Girdeçalê ya li nêzîkî Hewlêrê hat kirin.

- 2yê Gulanê: Bi dronekê êrişî navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Amarên êrişan li gorî parêzgehan

  • Parêzgeha Hewlêrê: 580 êriş
  • Parêzgeha Silêmaniyê: 244 êriş
  • Parêzgeha Dihokê: 29 êriş
  • Parêzgeha Helebceyê: 2 êriş

Kî hatine şehîdkirin û birîndarkirin?

Ji wan kesên ku şehîd bûne, 7 kes Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê bûn ku li devera Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.

Kesek, karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.

Du kes, hevjînên hev bûn û li mala xwe hatin şehîdkirin.

8 kes, Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Kesek, kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê bû. Kesê din jî leşkerekî Fransayê yê li Hewlêrê bû.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji nav birîndaran 29 kes Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê ne.

3 kes karmendên Asayîşê ne ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê dixebitin.

Her wiha 3 Pêşmerge û 2 nobedarên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê birîndar bûn.

Nobedarekî Hotêla Titanicê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên parastina şaristaniyê yên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yê û polîsek jî di nav birîndaran de ne.

Her wiha 18 sivîl di nav birîndaran de hene.

Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê ne. 

Kurdistan Haberleri

Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd daleqandin
Mehmûd Xelîl: Em hewl didin beriya cejnê karwanekî din ê Efrîniyan vegerînin
Ednan Muftî: Divê Parlamena Kurdistanê di zûtirîn dem de bicive
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji bihayê genim ne razî ne
BELGE FÎLMÊ KURD-KAV BI VÊJÎNA KURDÎ