Piştî 16 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat bûn yek

.

 Piştî cudabûna 16 salan, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) îro daxuyaniya yekîtiya xwe da.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, her du aliyan ragihand, “Êvara îro 30î Gelawêjê (21ê Tebaxê) bi merasîmeke bi rûmet ku bi sedan kadro, Pêşmerge û kesayetên siyasî yên dêrîn ên Partiya Demokrat tê de beşdar bûn, her du partiyên têkoşer ên gelê Rojhilatê Kurdistanê bûn yek.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro dawî li têkoşîna bi cudahî tê û her du aliyên demikrat bi navê Partiya Demikrat a Kurdistana Îranê de, berdewamiyê didin xebata xwe.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Bêguman yekîtiya partiyên demokrat, dibe destpêka qonaxeke nû ya xebata vê partiyê.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê roja 16ê Tebaxa 1945an li bajarê Mehabada Rojhilata Kurdistanê hat damezirandin, damezirênerê wê jî Pêşewa Qazî Mihemed bû ku Komara Kurdistanê li Mehabadê jî damezirand.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle