Piştî 11 salan, hîn jî 325 hezar Kurdên Êzidî li kampan dijîn

.

 Di ser Komkujiya Kurdên Êzidî ya li Şingalê û derdora wê re 11 sal derbas bûn.

Li gorî amarên dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku ji Rûdawê re hatine şandin, heta îro zêdetirî 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî bêserûşûn in û bi 10 hezar kesên din jî koçber û aware ne.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku ser bi Ofîsa Taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye, "Piraniya Kurdên Êzidî hîn jî di koçberiyê de dijîn û nekarîne vegerin ser mal û warên xwe."

Li gorî heman amaran, heta îro 325 hezar û 197 Kurdên Êzidî li kampan yan jî li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ne.

Hejmara koçberên Êzidî yên ku niha li kampên Herêma Kurdistanê dimînin jî 135 hezar û 860 kes in.

Amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî fermî ne û Neteweyên Yekbûyî jî wan wekî çavkaniyeke pêbawer nas dike.

Piştî têkçûna desthilata DAIŞê heta îro, 93 gorên bikom ên Kurdên Êzidî hatine dîtin, ji bilî bi dehan gorên takekesî jî hene.

Di êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin ku ji wan 3 hezar û 548 mêr û 2 hezar û 869 jin bûn.

Hejmara kesên ku heta niha hatine rizgarkirin 3 hezar û 590 kes in: 1,211 jin, 339 mêr, 1,076 keçên zarok û 964 kurên zarok.

Heta îro, termên 274 şehîdên ku di dema êrişa DAIŞê de hatibûn revandin hatine dîtin: 237 mêr û 37 jin.

Hejmara kesên ku hîn bêserûşûn in 2 hezar û 553 kes e: 1,329 mêr û 1,224 jin.

Çekdarên DAIŞê 68 perestgeh û cihên pîroz ên Kurdên Êzidî teqandin.

1,090 revandiyên ku piştî rizgarkirinê pêwîstiya wan bi çareseriya derûnî hebû, di çarçoveya bernameyeke hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Almanyayê de ku sala 2015an hatibû îmzekirin, ji bo dermankirinê şandin wî welatî.

Piştî wê peymanê, hejmareke din ji rizgarbûyan bi rêya rêxistinên mirovî çûn welatên wekî Kanada, Amerîka û Awistralyayê.

Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ew kesên ku ji bo çareseriya derûnî diçin derveyî welat, di veger an jî mana li wan welatan de azad in; bixwazin dikarin vegerin û nexwazin jî dikarin bimînin.

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da