Piştevaniya Navenda Hevkarî ji banghêjiya xwenîşandana roja Çarşemî ya 20ê Rezberê

.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê piştevanî ji banghêjiya xwenîşandana seranserî ya sibê Çarşemî 20ê Rezberê kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Di banghêjiyekê de ku “ciwanên tax û kolanên Tehran”ê û çendîn girûpên din ji aliyê xelkê nerazî ve hatiye belavkirin, daxwaz kirine ku roja Çarşemî 20ê Rezberê bo piştevanî û hevpeywendî digel xelkê Sine, kedkarên Eselûye û xelkê Zahidanê li demjimêr 12ê nîvro heta sibêdeha roja din dakene nav qadan û ji nerizayetiyên xwe berdewam bin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirin ji vê banghêjiyê, daxwazê ji tev tex û qadên civatgeha Kurdistan û Îranê dike, sibê piştî nîvro 20ê Rezberê dakene nav tev qad, meydan û kolanên sereke yên bajaran û carek din li dijî zilm û serkêşî û dîktatoriya rejîmê deng û siloganên xwe bilind bikin.

Bijî yekîtî û hevpeywendiya xelkê xebtkar ên Îranê

Jin, jiyan û azadî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

19ê Rezbera 1401an a Rojî

Çavkanî

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin