Piştevaniya mamoste û zanayên Olî yên Seqizê ji serhildana xelkê

.

Komek ji mamoste û zanayên Olî yên bajarê Seqiz û derdorên wî bajarî bi belavkirina daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji bo serhildana xelkê ragihandin û cinayetên rejîmê şermezar kirin.

Di daxuyaniya komek ji mamoste û zanayên Olî yên bajarê Seqiz û derdorên wî bajarî de hatiye ku navê “Jîna” bû bi hêma û remizek bo dadperwerî û nehêlana cudatîdanînê û hewlek bo daxwazkirina mafên xelkê ku ev bi salane ji wan hatine zewitkirin, lê, ti guhek dengê wan nabihîze û hikûmet ku biriyar bû erkê wî parastina esal û  kirameta mirovan û parastina can û malên wan û … hwd be, niha bi awayekî neyasayî digel wan kesan ku daxwaza mafên xwe dikin reftar dike û bi kuştin û jinavbirin û binçavkirina wan, bersiva wan dide.

Di beşek din a wê daxuyaniyêde  bas ji vê yekê hatiye kirin ku, tevî piştevanîkirin ji xelkê nerazî piştevanî ji gotinên rewşenbîr û mamosteyên olî yên dilsoz yên Kurdistan û Belûçistanê dikin û herwisa piştevanî ji tev daxuyaniyên “ferhengiyan, pizîşkan, endaziyaran, kedkaran, parêzeran” û tex û qatên cuda yên civakê dikin û dengê me digel dengê wan e.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye