Pisporê nêzîkî hikûmeta Tirkiyê: Amerîka û Rûsya rê nadin Tirkiyê êrîş bike

.

Li gorî demên borî li Tirkiyê behsa operasyoneke serbazî bo Suriyê û Rojavayê Kurdistanê kêmtir bûye. ŞarezayekÎ nêzîkî hikumeta Tirkiyê jî dibêje “Amerika û Rusyayê li hev kirin û peyameke ciddî dane Tirkiyê.”

Gefên hikûmeta Tirkiyê ji bo encamdana operasyonekê li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê di van demên dawî de ji ber hinek helwestên Amerikayê û pêngavên Rusyayê yên serbazî li Enqerê behsa egera operasyonê kêmtir bûye.

Derbarê mijarê de şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn û Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan dibêje: “Em dikarin bêjin ku egera operasyonekê kêm bûye. Lê sedem ne tenê hevdîtina Erdogan û Biden e. Du sedemên sereke ji bo vê hene. Yekem ew e ku qada asmanî ya rojhilatê çemê Firatê di bin kontrola Amerikayê de ye, ya duyem jî çûna hêzên asmanî yên Rusyayê bo heremê ne, ku ev pêngave jî li ser agahî û pesendkirina Amerikayê pêk hat û mesajek bû bo Tirkiyê.”

Navendên lêkolînên stratejîk yên nêzîkî hikumetê ji egera operasyoneke serbazî zêdetir ji bo başkirina peywendiyên Tirkiye û Amerikayê gotûbêjan li ser xweşkirina rêyên diplomatik dikin.

Serokê ORSAMê Ahmet Uysal jî got: “Em hewl didin ku nêrina herdu aliyan nêzîkî hev bikin, ji ber ku dibe ku Amerika ji wê heremê derkeve, lê em her dimînin û naxwazin ku herêm dabeş bibe. Rast e ku em hêzekî navçeyî ne lê Amerika jî weke hêzeke cihanî aliyekî mijarê ye.”

Di panel û konferansên ku derbarê peywendiyên her dua liyan de têne kirin de diplomatên Amrîkî jî yên ku bi taybetî nêzîkî Tirkiyê têne pênase kirin amade dibin.

Şêwirmendê Berê yê Wezareta Derve ya Amrîkayê Richard Outzen jî got: “Tirkiye û Amrîka gelek girîng in ji bo pêkvekarkirna dîtina çaresereiyekê ji bo milmilaneya li Sûriyê.  Em dibînin ku her yek ji Amrîka û Sûriyê bandoreke serbazî û syasî li ser bûyerên di nava Sûriyê de heye. Herdu aliyan berijwendiyên mezin hene. Dema herdu welat danûstandin û hevahengiyê dikin, digihîn ser mekanizmeke pêkvekarkirnê. Her yek ji aliyê xwe ve rûbirûyê zextên ji aliyê rejîm, Îranê û grupên terorî dibin. Gelek sedem hene ku her yek ji wan herdu welatan rûbirûyê arîşeyan bibin. Lewra hevahengiya di navbera wan du welatan de, herwiha şêwermendî û axiftin li ser bijardeyên siyasî, wek em îro li vir dokin, gelek girîng e.”

Di dawî panelê de ku li Enqerê hatiye encamdan de ligel çend kesayetên Amrîkî di heman de nûnerê berê yê Amerikayê bo karûbarên Suriyê James Jafrey jî amade bû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir