Pirtûka Mîran Ehmed ‘Hilma Te Ji Qirika Min Tê’ çap bû

.

Pirtûka nivîskar û helbestvan Mîran Ehmed xwe ya nû ya bi navê “Hilma Te Ji Qirika Min Tê” hat çapkirin.

Pirtûka “Hilma Te Ji Qirika Min Tê” ji aliyê weşanxaneya Weşanên Na ve li Îzmîrê hatiye çapkirin û di nav pirtûka helbestan de cihê xwe girt.

Di pirtûkê de 35 helbest hene ku li ser 60 rûpelan hatine belavkirin.

Mîran Ehmed di vê berhema xwe de kûrahiya hestyarî ya xwe nîşan dide û rêwîtiyekê di navbera evîn û windabûnê, hêvî û êşê de pêşkêşî xwendevanan dike.

“Hilma te ji qirika min tê”navê vê pirtûkê jî wekî helbestekê ye, pirtûkeke li ser bêdengî û hesreta yê.

Helbestvan di her rêzê de xwe digihîne hembêza hest û buyerên veşartî yên di dil de tepisîne.

Pirtûk encama hevkariya çend navên edebî û hunerî, bi edîtora Ciwan Qado hatiye nivîsandin û berga wê Idirîs Salêm çêkiriie û wêneyê bergê hî nivîskar bi xwe neqişandiye.

Mîran Ehmed nivîskarekî Kurd e û li Brîtanyayê karê bergsaziyê dike.

Mîran Ehmed sala 1998an li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Berhemên wî:

“NEYÊ”: Weşanxaneya Na, Îzmîr, 2019.

“HILMA TE JI QIRIKA MIN TÊ”: Weşanxaneya Na, Îzmîr, 2025.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in