Arif Qurbani
Bexdayê bi qestî û me jî bi şaşîtî, çareseriya piraniya pirsgirêk û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de spartiye parlamantoyê. Di demekê de ku çareseriya piraniya wan pirsgirêkan, ne li cem parlamantoyê ye.
Erk û rola parlamantoyê xwe di du astên sereke de dide der, a yekem derxistina yasayan e û ya duyem jî çavdêrîkirina desthilata cîbicîkar e.
Tevî ku hevsengiya hêzê di navbera her du pêkhateyên Kurd û Ereb de li parlamantoyê gelekî newekhev e, lê nûnerên Kurd li Parlamantoya Îraqê di dirêjahiya 20 salên borî de heta radeyeke mezin di erka xwe ya yekem de, ku derxistina yasayan e, karê xwe bi başî pêk anîne.
Eger biryar be li ser tiştekî bên lomekirin û rûbirûyî lêpirsînê bibin, erka wan a duyem e ango çavdêrîkirina karên desthilata cîbicîkar. Di vî warî de ewqasî xemsarî kirine ku wekî ku bi mafê xwe nedîtibin çavdêriya desthilata Bexdayê bikin, di demekê de ku dikarîbûn bi wê rêyê, ku erka wan a yasayî û exlaqî ya li ser milê wan bû, xizmeteke mezin ji gelê Îraq û Kurdistanê re jî bikin, lê wan ev yek nekir.
Li Îraqê desthilat li ser çar movikên sereke hatiye dabeşkirin ku ew jî ev in: Desthilata yasadanînê, desthilata dadweriyê, desthilata cîbicîkar û Serokatiya Komarê wek parêzvana destûrê.
Par û nûnerên Kurdan di her çar movikên desthilatdariya Îraqê de hene. Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî ku pirsgirêkên di navbera du pêkhateyên sereke yên neteweyên Kurd û Ereb de ne, li gorî cewhera pirsgirêkên wan, çareseriya wan dikeve destê hemû movikên hikumraniyê.
Bi taybetî jî çareseriya piraniya pirsgirêkan di destê desthilata hikûmetê de ye. Ji bo ku pirsgirêk neyên çareserkirin, Bexdayê bi qestî pirsgirêk rûbirûyî parlamanto û desthilata dadweriyê kirine, ev jî di serî de ji ber wê yekê ye ku di van her du movikên hikûmraniya Îraqê de Kurd qels in, ya duyem jî ji ber ku çareserî ne li wir in.
Tiştê ku cihê sekin û ramaneke kûr e, ew e ku nûnerên Kurd di para her du movikên din ên hikumraniyê de (Serokatiya Komarê û Serokatiya Hikûmetê) gelek caran xwe nêzîkî pirsgirêkan nakin, wekî ku ew ne nûnerên Kurdan bin.
Hin caran dema rûbirûyî rexneyan jî dibin, dibêjin "em di van pile û postan de ne tenê nûnerên Kurdan in, em nûnerên tevahiya Îraqê ne". Di demekê de ku wan ew pişk bi nûneratiya Kurdan dagirtiye ku para Kurdan e di nav desthilata Îraqê de.
Her yek ji wan pirsgirêk û nakokiyên ku di navbera Kurdistan û Îraqê de hene, berê di destûrê de rê û rêbazên çareserkirina wan hatine diyarkirin, herwiha erkên cîbicîkirina rêyên çareseriyê jî hatine destnîşankirin.
Tiştê ku bi parlamentoyê hatibû spartin ku yasa jê re derxîne, ji bo hinekan ji wan yasa hatine derxistin û tiştê mayî jî ji ber wê yekê ye ku Kurdan li parlamentoyê rê nedaye ku daxwaz û berjewendiyên Kurdistanê li ber çavan neyên girtin.
Ereb, tevî ku piranî ne, hîn jî nikarîne bi ser Kurdan de bisepînin, loma ew ji bo derfeteke qelstirbûna zêdetir a pêgeha Kurdan di saziya yasadanînê de hiştine.
Piraniya çareseriya pirsgirêkan, ên ku di destûrê de hatine yekalîkirin û yên ku yasa ji wan re hatine derxistin, cîbicîkirin û parastina wan ketiye ser milê nûnerên Kurd di her du saziyên Serokatiya Komarê û Encûmena Wezîran de.
Lê aliyê Ereb li Bexdayê dizane ku Kurd di van her du movikln hikumraniyê de dikarin rolekê bilîzin, loma erkên xwe ji xwe dûr xistine û careke din spartine her du dezgehên din ên desthilata dadwerî û yasadanînê. Ev yek ji rêderxistina eslê pirsgirêkan û windakirina rêyên çareseriyê ye.
Ji pirsgirêka çêkirî ya mûçe û budceya Herêma Kurdistanê, ev stratejiya Bexdayê bi başî ji me re eşkere dibe. Binêrin, di demekê de ku çareseriya van pirsgirêkan di destê hikûmetê de ye, lê di ti civîneke Encûmena Wezîran a Îraqê de ev pirsgirêk û astengî nakevin rojeva civînan.
Çima vê yekê nakin? Eşkere ye ji ber ku Bexda naxwaze pirsgirêk bên çareserkirin. Lê dema rexne li nûnerên Kurd ên di nav encûmenê de tê girtin ku çima van mijaran li Encûmena Wezîran yekalî nakin, hin caran bi hincetên pir nelojîk erkan ji stûyê xwe davêjin ku eger ev mijar biçin civîna encûmenê, dibe ku bi piranî û kêmîniyê di zirarê Kurdan de biqede. Lê li cem wan asayî ye ku vî şerî ji parlamenteran re bihêlin di nav zêdetirî 300 parlamenterên Ereb de.
Kurd xwedî cîgirê serokwezîr û çen wezîran in û pêkan e ku roleke wan di biryara hikûmetê de hebe. Herwiha dikarin bi boykot û vekişîna xwe, piraniya karên hikûmetê felc bikin.
Herwiha di gelek ji wan pirsgirêkên ku bi awayekî zelal û eşkere li dijî destûrê ne û serokkomar dikare wek parêzvanê destûrê rê li wan bigire, lê ne wezîrên Kurd û ne jî serokkomar xwe bi wî awayî nabînin ku nûneratiya Kurdan û pirsgirêkên wan li Bexdayê bikin; desthilat û postên xwe wek postên Îraqî dibînin, di demekê de ku ew nûnerên Kurdistanê ne û ji bo parastina maf û daxwazên Kurdan ew erk bi wan hatine spartin. Lê belê ne tenê hewlê ji bo bidestxistina maf û daxwazên Kurdan nadin, tewra rê li wê zilm û zordariya ku li ser gelê wan tê kirin jî nagirin.
Macereya 20 salên borî ya pirsgirêkên navbera Kurdistan û Bexdayê, eger em wekî meydaneke lîstika futbolê lê binêrin, em dê bibînin ku tîma lîstikvanên Kurd, tenê parlamenter in. Di demekê de ku Kurd di movikên bidesthilatdartir û hestyartir de xwedî par û nûner in û karîbûn roleke mezin bilîzin da ku Kurd di hevrikiyên xwe de têk neçin.
Pêwîst e ev têgihîştina şaş a derbarê nûneratiya Kurdan li Bexdayê de were rastkirin, ku heta niha tenê parlamenterên Kurd li jêr berpirsiyariya nûneratiyê hatine hiştin û şerê Bexdayê jî tenê ji wan re hatiye hiştin.
Divê nûnerên Kurd li Serokatiya Komarê û Encûmena Wezîran û beşdarên din ên di nav movikên din ên hikumraniya Îraqê de, di desthilata dadwerî û pêgehên serbazî û ewlehiyê de, bên berpirsiyarkirin ku nûnertiya doza rewa ya neteweyekê dikin di wan post û pêgehên îdarî û siyasî de ku wek para Kurdan bi we hatine spartin.
Eger em vê yekê nekin, em ê avê birijînin ser aşê wê stratejiya xapînok ku pirsgirêkên Kurdan vediguhêze cihê ku ne şûna çareseriyê ye.
RUDAW