Pirsgirêka li Deriyê Xabûrê hat çareserkirin: Çûn û hatin asayî ye

.

Çûn û hatin li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl hatibû rawestandin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê ji Rûdawê re got, “Pirsgirêk hatiye çareserkirin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş ji Tora Medyayî ya Rûdawê li ser pirsgirêka çûn û hatinê ya li aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê axivî.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş got:

“Li aliyê Tirkiyeyê li Deriyê Xabûrê di sîstema beşa pasaportan de pirsgirêkeke teknîkî derket ku bû sedem çûn û hatina bazirganî û geştyariyê were rawestandin.

Lê berî demekê pirsgirêk hat çareserkirin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş her wiha anî ziman:

“Çûn û hatina barhilgiran asayî bûye û ya otomobîlan jî dê asayî bibe.”

Li gorî rapora salane ya Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), mezinahiya dan û standinên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îraq û Herêma Kurdistanê de sala 2023an 20 milyar dolar û sala 2024an jî nêzîkî heman mezinahiyê bûye.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc