Pîrozbayîya Newrozê li Hollanda!

.

20ê Adara 2024an saet 19:30ê li ser navê komeleyên kurdî yên bajarê Arnhemê şayîya agirê Newrozê dest pê kir.

Ji salên 1990 î ve em komeleyên li Arnhem ê li vê qadê bi hevre agirê Newrozê pêdixin li gora rewşê şayîya xwe bi hev re dikin. Ji ber ku em demdirêj û li cîyek nîşankirî vê pîrozbayîyê çêdikin, kurdên niştecîyên derdorê bi haweyek xwezayî livir dicivin û bi hevre şayî dikin.


Îsal jî şayîya li vê qadê him keşûhewa xweş bû û rewşa germayî ya siyasî şayîyê firetir û geştir bû.

Îro jî 21 Adar 2024ê, weka her salî li avayîya Komeleya KOÇ-KAK ê Cejna Newrozê hat pîroz kirinê.


Ji ber rojîyê beşdar saet 18:00an de li KOÇ - KAK ê civîyan.
 

Beşdar xwarin û vexwarinên xwe bi xwere anîn salonê.


M Baran Boskan li ser navê Komeleyê bixêrhatina mêvanan kir û Newroza beşdaran pîroz kir.
Beşdaran bihev re şîva xwe xwarin.


Piştê xwarinê, bername bi axaftina Merd Baran Boskan ya di derbarê dîroka Newrozê û girîngiya wê domand.


Dîsa, Nivîskar Welî Sebrî û Îbrahîm Goroz ku di şahîyê de bûn, hem Newroza beşdaran pîroz kirin û hem jî bi kurtayî pirtûkên xwe dan nasîn.


Şahîya Newrozê bi stran û muzîkên Hunermend Rafî bi govend û dîlanê şayîya Cejna Newrozê bi coş û xweşî ve heta derengê şevê domand.


Cejna Newrozê bi hêvîya azadî, serxwebûna Kurdistanê tevî kêfxweşî û aramîyê li Kurdistanîyan pîroz bê.
21-03-2024
Rûpela Nû/ Arnhem

Merd Baran Boskan

21.03.2024

Kurdistan Haberleri

Qamişlo | Buroya PDKSê şewitandin
Tirkiye pereyê dezenfektanê ji otomobîlên Herêma Kurdistanê distîne
ENKS: Em dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin
Mihrîcana Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî
Şerê PKK û Tirkiyeyê ziyan gihandiye 28 gundên Kanî Masî