Pîranşar | Rejîma Îranê malbatên girtiyan tehdît dike ku li ser wan agahiyan bidin

.

Di navbera 21-27ê Çileya 2025an de 10 kurd li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, ku ew ev kes bûn: Sadîq Kurdî, Keywan Esas, Jîgar Mucahîdî, Ferhad Pele, Hîwa Şucayî, Murad Ustovar, Mihemed Suhrabî, Enwer Îbrahîmî û Firdîn Mehmûdî.

Rejîma Îranê li gel ku derbarê van girtiyan de tu agahiyan nade bê ka wan li kû girtî dihêle û ew bi çi tohmetê girtine, hate ragihandin ku ew her weha malbatên van girtiyan jî tehdît ku li ser wan tu agahiyan nedin kesî.

Li gorî çavkaniyên Kurdistan Press Agencyê, (KURDPA) rejîma Îranê destûrê jî nade ku ew mafê xwe yê hevdîtina li gel malbat û parêzer û yê telefonê jî bi kar bînin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle