Pira Alman a 94 salî di erdhejê de hilneweşiya

.

Pira Alman a ku li navçeya Serê Golê yê Semsûrê ye, ji erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû û li 11 parêzgehan bandora wê hebû, hilneweşiya.

Pira Goksu ya dîrokî (Pira Almanî) ku di çarçoveya Projeya Rêhesinê ya Bexdayê ya Siltan Abdulhamîdê Duyem de di sala 1929an de ji aliyê Almanan ve li ser Çemê Reş hatibû çêkirin, di karesata erdhejê de xisareke cidî nedîtiye û li ser pêyan maye.

Pira Alman a li navçeya Serê Golê ku di sala 1927an de dest bi çêkirina wê hate kirin, di sala 1929an de bi dawî bû û kete xizmetê.

Wêne: AA

Pira dîrokî ya ku 280 metre dirêj, 35 metre bilind, 12 stûn û 7 kemer lê hene balê dikişîne.

Wêne: AA

Pira ku ji bo kana hesin a li navçeya Hekîmxan a Meletiyê dibirin navçeya Îskenderûna Hatayê, ji ber erdhejê nayê bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye