Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne

.

Birêvebirê Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan Cefer got,"Di nava 11 salên borî de nêzîkî 100 hezar zarokên Kurdên Êzidî di nav kampan de ji dayik bûne."

 Li gorî gotina Pîr Deyan Cefer koçberên Kurdên Êzidî di rewşeke dijwar re derbas dibin, ji ber ku alîkariya rêxistinan ji bo kampan ji sedî 80 kêm bûye.

Birêvebiriya Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan Cefer, ji Rûdawê re got: "Ev salek e vegera koçberan a ji bo deverên wan ji aliyê Îraqê ve bi hinceta nebûna pereyan hatiye rawestandin.

Me çend caran bi nivîsên fermî xwestiye lê wan bersiva me nedaye."

Di çend salên borî de koçberên li kampan pişta xwe bi alîkariyên mirovî yên rêxistinan girê didan lê li gorî

Pîr Deyan Cefer, ew alîkarî li gorî berê ji sedî 80 kêm bûne û vê yekê rewşa koçberan dijwartir kiriye.

Sala 2014an DAIŞê êrişî Şingalê kir û zêdetirî 360 hezar kes koçber bûn.

Birêvebirê Koç û Koçberan a Dihokê got: "Ji wê demê ve nêzîkî 100 hezar zarok li nav kampan û derveyî kampên li sînorê parêzgeha Dihokê ji dayik bûne û ji sedî 51ê wan kur in."

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan, hîn jî nêzîkî 200 hezar şêniyên Şingalê di kampan û li koçberiyê dijîn.

Kurdistan Haberleri

Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye
Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir
HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'
Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine