Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir

.

 Peymana agirbestê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî pesendkirina hikûmetên Îsraîl û Libnanê ragihand, bi dema herêmî saet 04:00an (bi saeta Kurdistanê 05:00) ket warê bicihkirinê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden pêkhatina peymana agirbestê ya di navbera hikûmetên Îsraîl û Libnanê de bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand.

Biden diyar kir, agirbest îro bi saeta herêmî 04:00an dest pê dike û her wiha Hêzên Çekdarên Libnanê dê di nava 60 rojan de li sînorê başûr ê welêt bi cih bibe û kontrola herêmê têxe destê xwe.

Biden diyar kir ku li gorî peymanê, çekdarên Hizbulahê dê bên bêçekkirin û ber bi aliyê din ê Çemê Lîtaniyê bên derbaskirin û her wisa leşkerên Îsraîlê jî dê di nav 60 rojan de vekişin.

Biden bal kişand ku di vê heyamê de ti leşkerên Amerîkayê dê li Libnanê peywirê neke û bi saya serê hewldanên dîplomatîk ên dûvdirêj ên bi pêşîkêşiya Amerîka û Fransayê peyman pêk hat.

Ji xeynî vê Biden destnîşan kir ku koalîsyoneke navneteweyî ya Amerîka û Fransa pêşîkêşiya wê dike dê di mijara pêkanîna peymana agirbestê de piştgiriyê bide.

Serokê Amerîkayê her wiha ew yek jî anî ziman ku Libnaniyên ji ber êrişên Îsraîlê derbeder bûne û şêniyên Cihû yên li bakurê Îsraîlê dê li cih û malên xwe bên vegerandin.

Kurdistan Haberleri

PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin
Serokê PWK, Mustafa Ozçelîk bi Alî Çeven re axivî: "Em li gel te ne"
PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin