Peykerê şehîdên komkujiya Sêvo li Qamişlo hat xirabkirin

.

Rewşangeha Aşûrî ya Mafên ragihand ku li Qamişlo peykerê şehîdên komkujiya Sêvo ya 1915 hatiye xerabkirin.

Rewşangeha Aşûrî ya Mafên mirovan di daxuyaniyekê de got, li bajarê Qamişlo hinek kesên ku heta niha nehatine naskirin, ew peyker têk dane.

Di sala 2015 de peyker hatibû avakirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî li ser Twitterê xwe got ew karê têkdana peykerê komkujiyan Suryanan nayê qebûlkirin û cihê şermezarkirinê ye.

Mazlû Ebdî herwiha got armanca wî karî ewe ku tevlheviyê li herêmê çêbikin û tekezî li ser dostaniya gelên herêmê kir.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle