Peyama sersalê ya Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Mustafa Ozçelîk:

Em hêvî dikin ku sala 2025ê bibe sala yekitî û yekrêzîya kurdan û azadî, aştî, demokrasî û edaletê bi xwe re bîne!

Miletê Kurd û Kurdistanîyan salek din di binê nîrê dagirkerî, bindestî, zilm û zordarîyê; bi êş, azar û xeman dagirtî li dûv xwe hişt.

Bûyer û pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de, gelek firsendan jî, gelek risk û xeterîyan jî bi hev re di nav xwe de dihewîne.

Di pêvajoyeke weha hesas û hestîyar de, em ji sala 2024ê derbasî sala 2025ê dibin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de kultura fedakarî, dilsozî, hevrêzî, hevxebat û hevkarîyan di nav civata kurd û kurdistanîyan de geştir û berfirehtir bibe.

Hêvî û daxwaza me ew e ku sala 2025ê, li Bakurê Kurdistanê bibe salek geşbûna hişmendîya neteweyî, niştimanî, bibe salek ku hemû alîyên peywendîdar ji bo partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat gava bavêjin; ji bo hevkarî û tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt gava bavêjin; li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê.  Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, dawî li şer, operasyonên leşkerî û hemû çalakîyên çekdarî bê anîn; rêya xebat û çareserîya sîyasî, demokratîk, sivîl bê vekirin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, li Rojavayê Kurdistanê hemû partîyên kurdan

îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, sîyasî, dîplomasî ava bikin; hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan,  bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab. Bi yekgirtineke netewî, rê li ber statuyeke sîyasî ya neteweyî bê vekirin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, bi yekrêzîya hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê hikûmeta nû pêk bê û  hikûmeta nû, ji bo yekkirina hêza pêşmerge û hemû dezgeh û beşên îdareya Herêma Kurdistanê, ji bo bicîhanîna madeya 140î, gavên pêwîst bavêje.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, li Rojhilatê Kurdistanê hemû partîyên netewî, û niştimanî yekitî û yekrêzîya xwe ava bikin; ji vê rewş û derfetên hatiye holê sûd bigrin û xwe ji bo bidestxistin û parastina mefên rewa yên netweyî, kulturî û civakî yên mayende amade bikin.

 

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de, ji bo avakirina tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne gav bêne avêtin. 

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo mirovahîyê bibe sala jîyaneke azad, demokratîk, dadwer û aştîyane.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibin şirîkê jiyana gelê me.  

Bi van hest û bîr û bawerîyên xwe, ez sala nû ya gelê me yê  Kurdistanê û hemû mirovahîyê pîroz dikim.

31.12.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe