Peyama Serokê giştî Mistefa Hicrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (HZKÎ) ya bi hilkefta roja zimanê dayîkê ya cîhanê

.

“Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2ê Reşemê, roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê”, peyamek pelav kir

Deqa peyamê hiha ye:

Roja cîhanî a Zimanê Dayîkê, zêdetir bo wan netewane girînge û cihê baldanê ye ku xwendin û pêşxistina bi zimanê wan ji aliyê desthilatên serberedayî û dîktator vê hatiye qedexekirin û zarokên wan neçar in bi zimanekê bixwînin ku zimanê netewa desthilatdar û li rastiyê de zimanê sepandî ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê, tevî rewşa bindestî û qedexebûna xwendin bi zimanê Kurdî, birêveberên dewrên hînkariya zimanê Kurdî bi awayekî xwebexşane, beşeke girîng ji çalakiyên rêkxistinên medenî li navxweyê welat li xwe digre. Tevî sizadan û binçavkirina çalakvanên warê zimanê dayîkê û çêkirina astengî û pirskirêkan ji aliyê rêjîma Îslamî ve, hejmareke berçav ji mamosta û pisporên warê ziman, bivêrane û bi îradeyeke qahîm, cehda zindêragirtin û geşedan bi zimanê Kurdî dane û berdewam in li ser xebat ji bo xizmetkirin bi ziman û nasnameya Kurdî.

Tevî pîrozbahiya vê rojê tekezî li ser mafê rewaye xwendin bi zimanê dayîkê bo hemû netewên bindest ên Îranê, ez silavên emegnasiyê bo tevahiya mamosta û fêrxwazên zimanê dayîkê dişînim.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Çavkanî: Kurdistan Media 

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye