Peyama Serok Barzanî ya sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê

.

Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên erdheja îro danê sibê li Tirkiye û Sûriyê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên erdheja îro danê sibê li Tirkiye û Sûriyê re dixwazim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Her wiha Serok Barzanî jî hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Erdhej ku bi hêza 7.4 pile li pîvera Richterê bû, navenda wê li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin.

Heta niha li gor amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîştiye 284 kesan û 2323 kes birîndar bûne. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî nêzîkî 300 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan birîndar hene.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye