Serok Mesûd Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de ragehand ku mixabiniyeka mezin e ku heta niha birîna tu yek ji wan komkujî û jenosîdan nehatiye dermankirin. Serok Barzanî tekez jî kir: "Li vê derê em tekez dikin ku erkê li ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya madî û manewî ya hemî wan tawan û zilman bike yên ku di sedsala borî de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin."
Serok Barzanî îro (Înî, 31ê Tîrmeha 2026ê) di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û tê de ragehand: "Tawana Enfala Barzaniyan di 31ê Tîrmeha 1983ê de, parek ji destpêka zincîra tawanên rêxistî bû; ji windakirina 12 hezar ciwanên Kurd ên Feylî heta pêlên Enfala Germiyan û Behdînanê, kîmyabarankirina Helebce û deverên din ên Kurdistanê, erebkirin, veguhastin û bi dehan tawanên din ên nemirovî ku bi armanca tinekirina nasnameyê û şikandina îradeya azadîxwaziya gelê me ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatibûn kirin."
Serok Barzanî diyar jî kir ku di Enfala Barzaniyan de, rêjîma berê ya Iraqê 8 hezar mêrên ciwan û pîrên Barzanî, tenê ji ber Barzanîbûn û Kurdbûnê û bi hincetên bêbingeh girtin û piştî veguhastina wan, bi rengekê nemirovî di biyabanên başûrê Iraqê de komkuj kirin.
Serok Barzanî herwesa got: "Mixabiniyeka mezin e ku heta niha birîna tu yek ji wan komkujî û jenosîdan nehatiye dermankirin. Li vê derê em tekez dikin ku erkê li ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya madî û manewî ya hemî wan tawan û zilman bike yên ku di sedsala borî de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin."
Serok Barzanî di peyama xwe de spasiya xelkê Deşta Hewlêrê, Herîr û Soranê kir û ragehand: "Di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de, ez spasiya cemawerê Deşta Hewlêrê, Herîr û Soranê dikim ku di wan demên tije êş de hevsozên Barzaniyan bûn û alîkariya wan kir. Pêzanînên min bo xweragiriya bêwêne ya kesûkarên enfalkiriyan hene, bi taybetî wan dayik û jinên bihêz û xweragir ên Barzanî ku gelek salan êşa dûrahî û jidestdana ezîzên xwe kişand, lê serê xwe neçemand û bi hezaran zarokên serbilind û neteweperwer perwerandin."