Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî

.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de  tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de kir.

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Cejna Rojiyên Êzî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeke taze ji bo aramî û bextewariya tevaya xwişk û birayên Êzidî.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî

15ê Berfanbara 2022yan

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?