Peyama pîrozbahiyê ya “Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê” bi hilkefta 25ê Gelawêjê

.

Bi hilkefta 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, “Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê” peyameke pîrozbahiyê bo Hizba Demokrat şand û yada vê rojê bi bilind nirxand.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Deftera Siyasî

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a têkoşer, pîrozbahiyeke gelek germ li we dikin û hêvîdar in di vê rewşa dijwar û aloza cîhan bigiştî û bi taybet deverê, li pêxema yekrêziya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û gihîştin bi maf û daxwaziyan, tekoşîna we berdewam be û hêviya serkevtinê bo we dixwazin.

Hizba Demokrat wek hizbeke resen a Kurdistanê, hertim li çepera pêşve ya berxwedana netewî û nîştimanî de rolek gelek girîng hebûye. Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê, hertim hevpişt û hevahenga hêz û aliyên siyasî yên her 4 parçeyên Kurdistanê derheq pirsên netewî û nîştimanî bo bipêşxistina doza rewa ya gelê me ye.

Em li Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê, hertim bi rêz ve mêzeyî cangorî û berxwedana we dikin û tekeziyê li ser pêwendîyên me yên kevnar dikin.

Bilind û pîroz be 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Mekteba Siyasî

Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê

16ê Tebaxa 2023an

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle