Peyama pîrozbahiya PDKÎ li hilkefta yekgirtina PAK û TDK-Tevgerê

.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo yekgirtina Partyia Azadî ya Kurdistanê û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê peyama pîrozbahiyê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Birêz Birêveberiya Hevbeş a: Partiya Azadî a Kurdistanê û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

Silav û rêz

Bi keyfxweşî ve, daxuyaniya yekgirtina we di rêkxistinek nû de gihîşte me. Ev pêngava siyasî û dîrokî a we, peyamek girîng e ji bo yekîtî, biratî û hevxebatiya zêdetir a part û aliyên siyasî ên Bakûra Kurdistanê.

Em bi navê Nawenda Birêveberî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve pîrozbahiyên herî germ ên xwe pêşkesî we dikin û hêviya serkevtinên zêdetir di xebata ji bo bicîhatina armancên siyasî û netewî ên gelê me ê Kurd di Bakûra Kurdistanê de dixwazin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di vê baweriyê de ye ku rizgariya nîştiman ji dest dîktatorî û kevneperestiyê, tenê bi yekîtî û tekoşîna xebatkarên gelê me û piştewaniya gelê me ê mafxwaz û berxweder misoger dibe.

Pîroz be yekgirtina we

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Nawenda Pêwendiyên Giştî

Mihemednezîf Qadirî

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’
Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê hatin destpêkirin