Peyama Partiya Belûçistanê Racî Tepakî Gol bi hilkefta salroja Şehîdên Kurdistanê

.

Partiya “Belûçistanê ya Racî Tepakî Gol” li derheq 10`ê Xakelêweyê salroja Şehîdên Kurdistanê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Salroja Şehîdên Kurdistanê bilind be!

10`ê Xakelêweyê (31`ê Adarê) salroja şehîdên Kurdistanê ye.

Di rojek wiha de li sala 1326`an a Rojî de, yekem Serkomarê Komara Komara Kurdistanê û avaker û rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê, “Qazî Mihemed” li meydana ÇarÇiriya bajarê Mihabadê bi necamêrane hat bidarvekirin.

Biryara bidarvekirina “Qazî Mihemed” û hevalên wî piştî hiloşîna Komara Kurdistanê bi destûra Mihemedriza Pehlewî hat dan.

Karwana Şehîdên Kurdistanê dûr û dirêj e û şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo û şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî” rêberên Partiya Demokrat a Kurdistanê jî di nav vê refê de ne.

Ew karawana tijî serbilindî bo Kurdistan û mafê neteweya Kurd, rih û jiyana xwe gorî kirine.

Yad û navê şehîd Qazî Mihemed û hezaran şehîdên Kurdistanê hertim zindî be!

Belûçistan Racî Tepakî Gol

10`ê Xakelêweya 1402`an

30`ê Adara 2023`an

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'