Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta çileya koça dawî ya Jîna Emînî

.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê kir ku di çileya koça dawî ya Jîna Emînî de bi cilûbergên Kurdî werin ser gora şehîdan û di nîvroya heman rojê de li qadana û şeqamên bajar de li dijî rejîmê serhildanê bikin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê xebatkar ên Îran û Kurdistanê!

Ciwan, keç û xortên mandûnenas!

Dê bi wan zûyane çileya kuştina Jîna Emînî bigihe. Kuştina wê ya hovane tevgera mezin ya Jîna afirand, ku sînorên Kurdistanê derbas kir û tevahiya Îranê li xwe girt û rewatî û dadwerîxwaziya tevgera Kurdistanê bo hemûyan îspat kir.

Di vê heyamê de serkirdeyên rejîmê bi tundtirîn awayê xelkê xwenîşander tepeser kirine û ji kuştina hevwelatiyan xwe ji ti tawanekê neparastine û navê zarokkuj bi dirustî bo wê rejîmê hatiye danîn.

Her lewma roja Çarşemî 4ê Xezelwera 1401an a Rojî, li hemû bajaran hemû jin û mêr bi cil û bergên Kurdî li ser gora şehîdan kom bin û li ber cangoriya şehîdan emê serê xwe bitewînin. Piştre piştî nîvroya heman rojê, emê bi amadebûn li qadan û kolanên bajar û dana siloganên li dijî rejîmê, emê daxwaza azadkirina bilez a hemû bendkiriyan û girtiyên siyasî bikin.

Emê çileya Jina Emînî û Jinayan bikin sembola yekîtî û zindîkirina yad û bîra şehîdan û piştgiriya azadiya girtiyên siyasî.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

2ê Xezelwera 1401an a Rojî

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin