Peyama Navenda Hevkarî bi hilkefta derxistina Îranê li Komîsyona Mafên Jinan a Saziya Neteweyên Yekbûyî de

.

Li ser pêşiniyara welatê Amerîkayê ya li civîna encûmena aborî û civakî ya Saziya NY, Komara Îslamî li Komîsyona Mafên Jinan a vê saziyê de hat derxistin.

Komara Îslamiya Îranê, bi tawana binpêkirina mafên jinan û serkutkirina xwenîşandanên vê dawiyê, bi piraniya dengên endamên vê encûmenê hat derxistin. Derxistina Îranê di vê komîsyonê de di demekê de ye ku, nerizazyetî û xwenîşandanên şoreşa nifşa  90`î derbas kir û belavbûna vê nûçeyê jî bûye cihê dilxweşiya xelkê serhildayî yên Îranê.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî gotina destxweşiyê ji biryara derxistina Îranê di vê komîsyona Saziya NY de, ji civaka cîhanî û Saziya NY û Şêwreya Ewlehî daxwaz dike ku bi ji berçavgirtina cinateyên rejîma Îranê yên li derheq xelkê azadîxwaz, bitaybet serkutkirina vê dawiyê ya xelkê serhildayî yên Îran û Kurdistanê, Komara Îslamiya Îranê zêdetir bixin peravêzê û li derheq serkutkirin, îdamkirin û îşkencekirina xelkê azadîxwaz yên Îranê de bê deng nebin.

Bijî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”,

Biherfe Komara Îslamiya Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

25`ê Sermaweza 10401`ana Rojî

16`ê Kanûna Pêşîna 2022`an

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt