Peyama Mistefa Hicrî bi hilkefta 8ê Adarê

.

“Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 8`ê Adar(Mars)ê Roja Cîhanî ya Jinan, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Bi hilkefta 8`ê Adar(Mars)ê, Roja Cîhanî ya Jinan, di demekê de ye ku şoreşa seranserî ya Jîna yê, di bin dirûşma “Jin, Jiyan û Azadî” armanca xwe ya sereke ya xwe wate, rûxandina rejîma jinkuj a Komara Îslamî mafê destnîşankirina çarenivîs, zelqandina wekhevî û dadperweriyê berdewam dike.

Hevdem pêşengiya jinê di vê şoreşê de wateyek taybet daye bi 8’ê Adara îsal. Yanî “Şoreşa Jînayê” û Roja Cîhanî ya Jinê, di yek rêbazê de ne, ev jî tekezîkirin li ser mafên jinan, nirxên jiyanê û daxwazkariyên azadiyê ye.

Ya ku di vê qonaxê de balê dikişîne, êrîşa sîstematîk û kîmyayî ya li ser xwandingehên keçan (wek stûna Şoreşa Jînayê) li ser asta Îranê de ye. Vê cinayetê jî siyasetên nemirovane û tepeserker ên rejîmê ji raya giştî re zelaltir kiriye.

Em roja 8’ê Adar(Mars)ê li jinên têkoşer ên Kurdistan û Îranê pîroz dikin, em bejna xwe li hember jin û dayîkên cerg şewitî yên Şoreşa Jînayê de ditewînin û herwisa ew jinên bi emeg û bivêr ku bi moralek bilind û kiryarên xwe yên şoreşgerî yên Kurdane yên xwe, nirxên “Jin, Jiyan, Azadiyê” bilind ragirtine.

 Hêviya serkeftin, bidestve hatina azadî û bextewariyê, ji jinên civaka Kurdistan û Îranê re dixwazim.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan