Akademiya Kurdî li Stockholmê bi peyamekî sersaxiyê li malbata Mehmed Emîn BOZARSLAN û neteweya Kurd kir
Emîn Mehmed Emîn Bozarslan 9ê Sibata 2026ê koça dawî kir
(1934 - 09.02. 2026)
Mehmet Emîn BOZARSLAN sala 1934an li Licêya Amedê hatiye dinyayê û 9ê Sibata 2026ê li Swêdê koça dawî kir. Mehmet Emîn BOZARSLAN nivîskar, folklorîst, zimanzan, wergêr, wêjenas, kurdzan û navbeynkarê çanda kurdî ye. Ew yek ji yên kurdên herî bi bandor ên sedsala 20î ye. Mehmet Emîn BOZARSLAN valahiyeka mezin li pey xwe hişt, em pir xemgîn in. Ew jibo kurdan ronî û herwisan hizra zanîna kevneşopîya kurdî ya hemû beşên Kurdistanê ye.
Akademiya Kurdî sersaxiyê dide malbata wî, hezkirîyên wî, zanayên Kurd, akademisyen, tevahiya gelê Kurd û xwe hevpara xemên wan dibîne. Giyana wî şad be û cihê bihuşt be.
Mehmet Emîn BOZARSLAN çima girîng e? BOZARSLAN di navbera kevneşopîya devkî û wêjeya nivîskî de jibo çanda kurdî pireka zêrîn ava kir. Yek ji taymendiyên wî ew e ku wî bi awayekî sîstematîk, çîrok, edebiyata devkî, gotinên pêşiyan, efsane û berhemên klasîk ên kurdî berhev kirîye û weşandiye.
Şerefname´ya Şerefxan Bîtlisî (1597) jî sala 1971ê hat wergerandin jibo tîpên Latînî û cîheka pir girîng girt. Orjînala vê pirtûkê bi zimanê farisî ye. Mehmet Emîn BOZARSLAN jibo neteweya xwe ji navê xwe mezintir e. Ew giyanê neteweya Kurd e. Dema ku em dibêjin ew jibo neteweya xwe girîng e, mebesta me ew e ku wî bandorek li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî kirîye.
Profesor, sociolog, antropol û kurdolog Martin Bruinssen jî behsa girîngîya nivîskar û zanayê Kurd Mehmet Emîn BOZARSLAN dike.
Hin ji kar û xebatên BOZARSLAN kom dibin ser van xalan:
1. Girîngîya wergera ŞEREFNAMEya Şerefxan Bîtlîsî (1597) jibo dîroka kurdan ciyeka taybet digire û Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî... Herdu bi hevre bingeha neteweperestiya Kurdî diafirînin. Bitlisî pêşneteweperest e. Wergera Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ji tîpên erebî jibo Latînî, roleka sereke leyîst û derbasî dîrokê bû. Bi gotineka din, sala 1968an Mem û Zîn ji aliyê BOZARSLAN ve hat wergerandin û bandora xwe li rewşenbîr û zanayên siyasî kir. Mem û Zîn Eposa Neteweyî ya gelê Kurd e.
2. BOZARSLAN jixwemezintir e. Ew akademîyen e, xwedî kapasiyeka taybet û ji mîlyonan zêdetir e. Komkirina çîrok, meselok, folklore, çîrokên kurdî, gotinên pêşiyan, çîrokên kevneşopî di avakirina nasnameya neteweyê roleka mezin dileyize...
3. BOZARSLAN di derbarê berhemên pedagojîk û zimannasîyê de xwedî kapasîyeka berfireh bû. Zanîna wî di derbarê, ferheng û materyalên hînkirinê de jî kûr bû. BOZARSLAN sala 1968an pirtûka Alfabê ABC nivîsî û pê mohra xwe li dîrokê xist.
Pirtûka wî ya ewilî Alfabe sala 1968an li Stenbolê hat weşandin. Ev pirtûk bi tîpên Latînî-Kurdî bû. Ji ber nivîskarîya alfabeya kurdî hat girtin û doza Alfabeya Kurdî heta 1974an berdewam kir. Çend sal li Tirkiyê di girtîgehê de ma, piştî ku ji girtîgehê hat berdan sala 1978an wek penaberekî siyasî hat Swêdê û yekem pirtûka Alfabê bi zimanê Kurdî li Swêdê weşand. Welatê wî yê sirgûnê Swêd e. Sala1980î dîktatoriya Tirkiyeyê pirtûkên Mehmed Emîn Bozarslan qedexe kirin lê wî Alfabe ji nû ve li Swêdê çap kir. Mehmet Emin BOZARSLAN Kurdistan (rojname) ku di sala 1898an de li Misirê dest bi weşanê kiribû û Jîn nivîsandiye ji nû ve weşaniye. Mehmet Emîn BOZARSLAN rojnameya KURDISTAN ku sala 1898an li Misirê hatibû weşandin ji nû ve amade kir û weşand. Kovara JÎN di navbera salên 1918-1919an de hatibû weşandin ji tîpên erebî jibo tîpên Latînî wergerand (translirarasiyon û translasiyon). JÎN (1918 - 1919) ji nû ve ji aliyê BOZARSLAN ve amadekirin û weşandin Rojnameya Kurdî û tirkî ”Teavûn ve Terakkî Gazetesî” sala 1908-1909an hatibû weşandin ji nû amade kir û ji erebî jibo tîpên Latînî amade kir û weşand. Mehmet Emîn BOZARSLAN xwendina xwe ya beşa meletiyê diqedîne, dibe mele û dûvre li derûdora Amedê bi taybetî li Licê û Farqînê dest bi muftîtîyê dike.
Kurte
Gava em behsa Mehmet Emîn BOZARSLAN bikin, sê xal girîngtirîn hene, ew ev in:
• BOZARSLAN nivîskar, wergêr û folklorîstekî Kurd ê navdar e ku çand û wêjeya Kurdî bi baldarîyeka mezin belge kirîye û bi zanistî modernîze kirîye. Ew pêşengê ziman û perwerdehiya kurdî ye ku yekem pirtûka alfabeya Kurdî, Alfabê di sala 1968an de li Stenbolê weşand.
• BOZARSLAN nivîskar, wergêr û folklorîstekî çanda dîrokî yê Kurd e. Wî bi xebata xwe ya sîstematîk a li ser berhevkirin, lêkolînkirin, hilberandin û modernîkirina nivîsên klasîk ên Kurdî, wî roleka sereke û navendî di pêşkeftına wêjeya Kurdî ya metodolojîkê xwedî karektereka zanistî ye. Zanîna wî di derbarê leksîkolojî, leksîkografiya praktîkî, leksîkografî, ferhengnivîs, fonetîk û fonolojîyê de jî pir kûr bû. Parêzkarê çand, wêje û dîroka kurdî ye. Wî berhemên klasîk ên kurdî, ku di nav wan eposa neteweyî (destana neteweyî ya neteweya Kurd) Mem û Zîn jî hebû, hatin weşandin. Jîn kovara Kurdî û tirk bû ku sala 1918-1919an hatiye weşandin. Lê BOZARSLAN sala 1985 - 1988an ji tîpên erebî jibo tîpên Latînî amade kir û weşand.
• BOZARSLAN yek jı kesayetiyên herî bi bandor di çanda Kurdî ya nûjen de ye. Yek ji mezinahiya wî ew e ku ew rewşenbîrekî xwe fêrkirî ye. Wî li dibistan, xwendegeh û zanîngehên Tirkiyeyê ne xwend, tenê di perwerdeya Medreseyê ya kevneşopîyê de meletî xwend û piştre li navçeya Licêya Amedê bû mûftî. BOZARSLAN xwedî kapasîteyeka mezin û yek ji navbeynkarên çandî yên navdartirîn ên serdema nûjen e. Alfabe, 1968 li Stenbolê hat weşandin. Ev alfabeya Kurdî hat qedexekirin û BOZARSTAN hat girtin. Doza Alfabeya Kurdî heta sala 1974an berdewam kir. Kurdistan (1898) rojnameya Kurdî ya pêşîn ku sala 1898an hatiye weşandin û BOZARSLAN ji tîpên erebî jibo Latînî wergerand û bû malê civakên gelê Kurd. Kurd teavûn ve terakkî gazetesî (rojname), sala 1908-1909an li Stenbolê ji aliyê BOZARSLAN ve hat amadekirin û weşandin ji tîpên erebî jibo Latînî. BOZARSLAN vê rojnameyê jî birêk û pêk wergerand.
Mehmet Emîn BOZARSLAN 9ê Sibata sala 2026ê koça dawî kir. Ew li Licêya Amedê ji dayîka xwe bûye û li Swêdê koça dawî kir. Em xwe hevparên xemên malbata wî, hezkirîyên wî û gelê Kurd dibînin. Bi taybetî bila serê kurê wî profesor Hemîd Bozarslan sax be.
REFERENS Û ÇAVKANÎ
Bozarslan, M.Emîn (1968). Alfabê, 64 r. Istanbul.
Bozarslan, M.Emîn (1981). Meselokên lawiran. Invandrarförlaget: Borås.
Bozarslan, M.Emîn (1981). Meyro: çîrok 79 r. Invandrarförget: Borås.
Bozarslan, M.Emîn (1981). Mîr zoro 80 r., Invandrarförl: Borås.
Bozarslan, M. Emîn (1986) Melayê meshûr 85., Deng: Uppsala.
Şerefxan Bîtlisî (1597), Şerefname. wergera ji tîpên erebî jibo Latînî Bozarslan, M.Emîn (1975). Yöntem Yayınları.
Jîn: kovara Kurdî-Tirkî: 1918 - 1919. M. Emîn Bozarslan ji tîpên erebî ji bo tîpên Latînî. Uppsala: Deng, 1985–1988.
Kurdistan: rojnama Kurdî ya pêsîn: 1898 -1902. Wergera ji erebî jibo M. Emîn Bozarslan (1991). Deng: Uppsala.
Xanî, Ehmedê (1692), Mem û Zîn, ji tîpên erebî jibo tîpên Kurdî M. Emîn Bozarslan (1968/1991), Deng, 703 r.: Uppsala
Bozarslan, M. Emîn (1987) Masîyên bejî, 64 r., Deng: Uppsala.
Akademiya Kurdî li Stockholmê
Serokê Akademiya Kurdî
Maruf YILMAZ, Dr. lêkolîner û zimanzan