Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin

.

Kovara Nûbihar, vîdeoya ku peyama 89 zarokan a ji bo Cejna Zimanê Kurdî dane, weşand. 
 
Kovara Nûbihar, bi armanca balê bikişîne ser 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, vîdeoya ku ji peyamên 89 zarokên çar aliyê cîhanê ya der barê Kurdî de dane, li ser medya înternetê weşand. Di vîdeoyê de her zarokek bi hevokek cuda li ser girîngiya ziman peyamê dide. Zarok bi zaravayên Kurmancî, Zoranî, Dimilkî û Goranî peyamê didin. Zarokan di vîdeoyê de peyama “Ez bi zimanê xwe heme. Bi zimanê Kurdî lîstikên xwe bilîzin. Zimanê min xweş e. Xwendin bi Kurdî xweş e. Zimanê me şêrîn e. Zimanê me hebûna me ye. Em pir ji Kurdî hez dikin. Zarokno bi kurdî bixwînin. Bê ziman jiyan nabe. Mirov li ser zimanê xwe şîn dibe. Ziman çand e, Eşk e. Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be. Zimanê me rûmeta me ye. Ziman ez im. Îro 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye." parve kirin. 
 
Rêveberên Kovara Nûbihar anî ziman ku ji bo balê bikişinin ser Cejna Zimanê Kurdî û axaftina Kurdî xebatek wisa kirin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!