Pexşan Ezîzî li Îranê di zindanê de ye û li Îtalyayê bû welatiya Floransê

.

Kampanyaya Azadiyê ya ji bo Pexşan Ezîziyê ragihand, ew çalakvana mafên mirovan a ku li Îranê biryara îdamê li dijî wê hatiye dayîn, bû welatiya rûmetê ya bajarê Floransê yê Îtalyayê.

Îro Kampanya Azadiyê ya ji bo Pexşan Ezîziyê ragihand, "Meclisa Bajarê Floransê, bi tevahiya dengan pêşniyara dayîna welatîbûna rûmetê ji bo Pexşan Ezîziyê qebûl kir."

Her wiha Kampanya Azadiyê ya ji bo Pexşan Ezîziyê dibêje "Ev biryar; rêzgirtin e ji hewlên bêwestin ên Pexşan Ezîziyê ji bo parastina mafên jin û zarokên koçber li Rojhilata Navîn û şermezarkirina tundiya cezayê îdamkirinê yê lê hatiye birîn e."

Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê 08ê Kanûna Paşîn a 2025an cezayê îdamkirina Pexşan Ezîziyê qebûl kir û niha di zindanê de ye.

Ezîzî li 4ê Tebaxê 2023yan dema ku li gel malbata xwe li Tehranê bû, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin û li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tohmeta çalakiya çekdarî li dijî desthilata Îranê hat darizandin û bi îdamê hat cezakirin.

Pexşan Ezîzî sala 1984an ji dayik bûye û ji Mehabadê ye.

Piştî destpêkirina şerê DAIŞê, çûbû Başûr û Rojavayê Kurdistanê û li kampên penaberan wekî alîkara civakî bi taybetî alîkariya jin û zarokan kir.

Şeş raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî 15ê Kanûna Paşîn a 2025an di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, Pexşan Ezîzî li Îraq û Sûriyeyê alîkariya koçberên şer kiriye û tometbarkirina wê bi çalakiyên çekdarî, bêbingeh e.

Berê Emîr Reîsyan, parêzerê Pexşan Ezîzî jî ragihandibû, di dosyeya wê de, ti belgeyê ku bide xuyakirin ew girtî çalakiyên çekdarî kirine tune ye.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK