Pêvajoya serlêdanê ya “Bûrsa Perwerdeya Zarokan a Îsmet Şerîf Wanlî” dest pê kiriye

.

Pêvajoya serlêdanê ya “Bûrsa Perwerdeya Zarokan a Îsmet Şerîf Wanlî” dest pê kiriye

Xwendekarên dibistana navîn û amadehiyê yên temenê wan di navbera 12 û 18an de, dikarin serî li Bûrsa Perwerdeyê ya Îsmet Şerîf Wanliyî bidin. 

Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî ji bo perwerdeya zarokan û bi hevkariya Weqfa Îsmet Şerîf Wanliyî, wê bûrsekê li ser navê Îsmet Şerîf Wanliyî bide.

Pêvajoya serlêdanê ya "Bûrsa Perwerdeya Zarokan" dest pê kiriye û wê bûrsê bidin Xwendekarên dibistana navîn û amadehiyê yên temenê wan di navbera 12 û 18an de ye.

Li gorî daxuyaniya ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî daye, "Armanca bûrsê tenê perwerdekirina zarokan e û bêyî ku li ziman, bawerî û nijada wan bê bihêrîn bi awayekî wekhev bo zarokên keç û kur tê dayîn. Herwiha em dê pêşekiyê bidine wan zarokan ku ji ber sedemekê dê yan bavên girtî ne yan jî wefat kirine."

Li gorî şert û mercên serlêdanê yên hatine diyarkirin, divê serlêder, "Li bajar, bajarok yan jî gundekî Bakurê kurdistanê bijî."
Pêvajoya serlêdanê wê heta 20ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê dewam bike.

Ji bo zanyariyên zêdetir û serlêdanê, bitikîne

Nûçe: Bîanet

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt