Pêşniyara alayeke nû ya PJAKê bû sedema nerazîbûnê

.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye, pêşniyar kir ku di çalakiyên ji bo piştevaniya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ala Komara Kurdistanê (Mehabadê) bê bikaranîn, lê ev pêşniyara wê li ser medyaya civakî bû cihê nerazîbûnê.

PJAKê roja Înê 21ê Cotmeha 2022yan bi daxuyaniyekê, pêşniyarên xwe yên ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji 17ê Îlonê û vir ve berdewam dikin, bi raya giştî re parve kir.

Yek ji xalên herî balkêş ew bû ku PJAK dibêje: “Li dijî her cûre ‘alperestî, sembol perestî ye’ tenê û tenê ji bo yekdengî û yekbûna hêzên Kurdî, li ser vî esasî ala Komara Kurdistanê, heta kongreya netewî yan platformeke hevpar a gelê Kurd sembol an jî semboleke din diyar kirî, weke al û sembola yekîtî û yekrêziya ya hemû hêzên Kurdî qebûl dike.”

PJAK ku pêşniryar dike ku di xwepêşandanên de sembolên partî û rêxistinê neyên bikaranîn, bila partiyên Rojhilatê Kurdistanê Ala Komara Kurdistanê bikar bînin. Ev pêşniyara PJAKê bû sedema nîqaşan.

Ev yek di demekê de ye ku Ala Kurdistanê, di çalakiyên ku piştî kuştina Jîna Emînî destpê kirine de, hem di xwepêşandenên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hem di çalakiyên li welatên rojavayî  yên ji bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistan û Îranê de tê bikaranîn.

Li ser medyaya civakî gelek bikarhênerên Kurd vê biryara PJAKê wek "pervokasyon" dinirxînin, hinek jî vê gavê wek "erênî" bi nav dikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin